Fransa: ‘Divê Hizbullah çekan deyne, divê Îsraîl ji operasyoneke mezin dûr bikeve’

Fransa, beriya civîna lezgîn a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku ew ji ber rewşa li Libnanê "bi fikar e" û bang li Hizbullahê kir ku çekan deyne. Her wiha ji Îsraîlê jî xwest ku operasyoneke leşkerî ya berfireh pêkneyne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê daxuyaniyek da û diyar kir ku rêveberiya Parîsê, biryara Hizbullahê ya ji 1'ê Adarê ve ku tev li êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê dibe, wekî "bijardeyeke bêberpirsiyarî" dinirxîne. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bang li Hizbullahê dikin ku dawî li operasyonên xwe bîne."

Fransayê her wiha bang li Îsraîlê jî kir û xwest ku "li Libnanê ji her cure mudaxaleya bejayî an jî operasyoneke leşkerî ya berfireh û demdirêj dûr bikeve." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê rêz li yekparçeyiya ax û serweriya Libnanê bê girtin.

Li aliyê din, Fransayê bi bîr xist ku ew plan dikin di 5'ê Adarê de ji bo piştgiriya Hêzên Çekdar ên Libnanê mazuvaniya konferanseke alîkariyê ya navneteweyî bikin û dubare kir ku ew "piştgiriyeke tam" didin rayedarên Libnanî.

Rêveberiya Parîsê her wiha kêfxweşiya xwe anî ziman ku hikûmeta Libnanê di 2'yê Adarê de biryar girtiye ku çalakiyên leşkerî û ewlehiyê yên Hizbullahê qedexe bike.

Li gorî bîlançoya dawî ya ku Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê roja duşemê daye, ji ber bombardûmanên Îsraîlê 486 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1313 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, di nava 24 saetan de ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne 100 hezar kes zêde bûye û li gorî qeydên fermî zêdetirî 667.000 kes koçber bûne.